NÛ BÛ

Ji 22 welatan banga li Îranê

22 welatan bang li Îranê kir ku dawî li kuştin, revandin û çalakiyên tirsandinê bîne û destnîşan kirin ku ev rewş binpêkirina serweriya neteweyî ye.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) û hin welatên Ewropayê jî di nav de 23 welatan bang li Îranê kir ku hedefkirina welatiyên xwe li ser axa xwe rawestîne.

Di daxuyaniya hevbeş a 22 welatan de ku îro hat weşanandin, hate gotin: "Hewldanên kuştin, revandin, tengavkirin, tirsandin an jî hedefkirina kesan li ser axa xwe, serdestiya neteweyî û pîvanên navneteweyî lewaz dikin."

Di daxuyaniyê de bang li Îranê hat kirin ku van kiryaran tavilê rawestîne, rêzê bide serdestiya welatan û li gorî qanûnên navneteweyî tev bigerin ku bingeha têkiliyan di navbera welatan de ye. Her wiha hişyarî li ser bandorên dewamkirina mîna van kiryaran li ser ewlehî û aramiya navneteweyî hat kirin.

Navê welatên bang li Îranê kirine wiha ne; Amerîka, Brîtanya, Avusturalya, Avusturya, Belçîka, Bulgaristan, Kanada, Komara Çek, Danîmarka, Estonya, Fînlandiya, Fransa, Almanya, Îrlanda, Letonya, Lîtvanya, Hollanda, Zelandaya Nû, Makedonyaya Bakur, Norwêç, Portekiz, Swêd.